Serbest Foundation
Our foundation was established in 2017 in Illinois, USA as a non-profit organization with the suggestions and initiatives of Metin Serbest, a prominent Kurdish lawyer and human rights defender. Since its establishment, besides supporting and collaborating with creative individuals in the fields of Kurdish culture, Kurdish music and Kurdish cinema, which have a rich heritage, it has organized conferences in the field of Kurdish Studies, which is one of its main goals, at prestigious universities in the United States starting in 2018. The aim of these conferences, which were held at Northwestern University (IL) in 2018 and 2019 under the title of Serbest Kurdish Studies, was to open up the space Kurdish Studies deserves, which has been squeezed into Turkish, Arab, Ottoman and Persian Studies – in other words, Middle Eastern Studies – and to give Kurdish Studies an academically autonomous structure, to ensure its international recognition, dissemination, development and institutionalization. In this sense, Serbest Foundation has been and continues to be one of the most important supporters of Kurdish Studies in the US. The 3rd conference of the ‘Serbest Kurdish Studies’ in May 2024 was held at Yale University under the title The Long Twentieth Century of Kurds and Kurdistan, with the dedicated work of academics Nilay Özok-Gündoğan (Florida State University), Mashuq Kurt (Royal Holloway, University of London) and Jonathan Wyrtzen (Yale University).
Serbest Foundation has always been one of the go-to addresses for individuals and organizations dedicated to the rich cultural and artistic heritage of the Kurdish people under threat. In this sense, our vision is; To accelerate individual and institutional projects covering Kurdish culture, Kurdish art, language and history to meet the world, to provide grants to research organizations and communities within the scope of the project, to pave the way for the realization of projects, by bringing together creative individuals living in different economic, social and cultural structures and producing in different disciplines, To promote diversity and solidarity, to pioneer projects that embrace diversity in arts and culture, highlighting unique and often overlooked voices, alternative and original narratives, stories and experiences that are rarely seen or heard in Kurdish society, with the motto “The other perspective”.
Our mission is to collaborate with creative disciplines – art, music, dance, literature – that transcend our everyday problems and constantly remind us that we are all part of one global community. To document, archive and preserve traditional and contemporary Kurdish artistic practices, language, music, literature and folklore for posterity, and to organize educational programs, workshops and seminars to raise awareness of Kurdish culture within the Kurdish community and the wider public. Providing platforms and resources for Kurdish artists, writers and musicians to showcase their work and contribute to the enrichment of Kurdish cultural expression. Support academic initiatives for the revitalization of the Kurdish language, including language courses, publications and events.
WEQFA SERBEST
EM KÎ NE?
Weqfa me bi pêşniyar û hewldayînên parêzer û parêzvanê Kurd ê navdar yê mafên mirovan Metîn Serbest, di sala 2017an de li parêzgeha Illinoisyê a DYAyê, weke saziyeke derbazirganî (non-profit) hate damezrandin. Weqf, ji xeynî piştgirî û hevkariyên ku ji bo kesên afirîner ên ku di warê çanda kurdî, muzîka kurdî û sînemaya kurdî de ya ku xwediyê xwe û mîrateyeke dewlemend e berheman didin, ji 2018an û vir ve ye di qada Xebatên Kurdnasiyê de jî -ku yek ji armancên weqfê yên bingehîn e, di zanîngehên pesinde yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de, konferans li dar xistin. Armanca van rêzekonferansên ku di salên 2018 û 2019an de li Zanîngeha Northwesternê (IL) bi sernavê Xebatên Kurdnasiyê Yên Serbest hatin lidarxistin, ew bû ku nasnameyeke akademîk a xweser bi dest bixe, yên ku di nava Xebatên Tirknasî, Erebnasî, Osmanînasî û Farisînasiyê de -bi gotineke din, di nav Xebatên Rojhilata Navîn de- hatibû asêkirin, her weha di qada navnatewî de hewl bide wekî bêne nasîn, belav bibin, bi pêş bikevin û qonaxa sazîbûna xwe xurttir bikin. Bi vê helkeftê, Weqfa Serbest, bû girîngtirîn piştgirê Xebatên Kurdnasiyê yên li DYAyê û hîn jî di wî warî de çalak e. Sêyemîn konferansa Xebatên Kurdnasiyê Yên Serbest ya di Gulana 2024an de, bi xebtûkoşa akademîsyenên wek Nilay Özok-Gündoğan (Florida State University), Mashuq Kurt (Royal Holloway, University of London) ve Jonathan Wyrtzenî (Yale University), li jêr sernavê The Long Twentieth Century of Kurds and Kurdistan (Sedeya Bîstemîn a Dirêj a Kurd û Kurdistanê) li Zanîngeha Yaleê li dar ket.
Weqfa Serbest, ji bo kes û sazûmanên ku xwedî li mîrateya dewlemend a çandî û hunerî ya Kurdan ya ku di bin metirsiyê de ye derdikevin, her tim bûye navnîşaneke ku serî lê tê dayîn. Bînahiya me ew e ku qonaxa projeyên takekesî û yên sazûmanî yên ku di nava xwe de çanda Kurdî, hunera Kurdî, ziman û mêjûya Kurdan diguncînin, geştir bikin û lezê bidin wan projeyan da ku gavek berî gavekê bi cîhanê re bên ba hev. Her weha weqf, di çarçoveya projeyan de hewl dide ku alîkariyê bide ji dam û dezgeh û komên ku lêkolînê dikin re. Weqfa me, tê dixebite ku kesayetên afirîner yên di mercên ciyawaz ên aborî, civakî û çandî de dijîn û bi disîplînên curbecur radibin, bîne ba hev û han dide cihêrengî û palpiştiyê, bi şîara “Bergeha din…”, pêşengiya projeyên ku di nava xwe de cihêrengiya huner û çandê diguncînin dike da ku wan derxîne pêş, ew ên ku dengên bêhampe, vebêje, çîrok û azmûngerîyên alternatîf û xweser yên ku pirî caran tên paşçav kirin û di civaka Kurdan de kêm tên dîtin.
Erka me ya taybet jî; hevkariya bi disîplînên afirîner re ye, yên wek huner, mûzîk, dans û edebiyatê, yên ku di ser hemû xem û derdên me yên rojane re ne û bi pêdagirî bi bîra me dixin wekî em jî parçeyeke wê tekecivata kûrewî ne. Her weha, weqif hewl dide ku bi rêya bernameyên perwerdehiyê, komcivîn û semîneran, hem di nav civaka Kurdan de û hem jî di raya giştî de asta hişmendiya di derbarê çanda Kurdan de bilindtir bike û ji bo nifşên pêşerojê, ziman, mûzîk, edebiyat û pratîkên hunerî yên Kurdî yên nûjen û dêrîn bibelge û arşîv bike. Digel van jî, ji bo hunermend, nivîskar, mûzîkjenên Kurd karibin huner û xebatên xwe nîşan bidin û karibin têkariyê li dewlemendiya derbirîna çanda Kurdan bikin, platform û derfetan ava bike. Weqfa me, kursên zimên, weşan û çalakî jî tê de, piştgiriya pêngavên akademîk yên armanc jê vegeşkirina Kurdî ye dike.

Kurdish New Year Party

Kurdish Music Tour

Xero Abbas & Hozan Diyar

THE LONG TWENTIETH CENTURY OF

The Other Perspective...
The Serbest Foundation, a nonprofit 501(c) organization, is committed to promoting diversity and creating awareness through various avenues, including science, art, education, business & economics, the rule of law, and athletics.
2200 E Devon Street, Des Plaines, IL, 60018, United States
Email: contact@serbestfoundation.org
Copyright © 2024. All Rights Reserved By Serbest Foundation